Nûçeyên Iraqê

Danîmak rê ji serbazên xwe re vedike ku dûvçûna DAIŞ li Sûriyê bikin

Hêzên Danîmarkî yên li Iraqê şer dikin dê niha bikaribin biçin Sûriyê weke beşekê ji hevpeymaniya li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), AFP roja Înê (20 Kanûna Duyem) ragihand.

Wezîrê berevaniyê di daxuyaniyekê de got ku parlementoya Danîmark rê da serbazên operasyonên taybet "ku ew erkên xwe li devera sînorî navbera Iraq û Sûriyê pêk bînin".

"Şerê li dijî DAIŞ berîtiyeke siyaseta derve ye û ya ewlekarî ya girîng ji hikûmetê re," Wezîrê Derve yê Danîmarkî Andres Samuelsen ji ajansa nûçeyan a Ritzau re piştî gotûbêjên li parlementoyê li Kopenhagen got.

Samuelsen got ku ev gav weke bersivekê ji daxwaza hevpeymaniyê re bo Danîmark, ku endamekî NATO ye, ku ew hêzan bişîne Sûriyê, lê ne eşkere nekir ka çend hêz dê bên şandin û dê li ku derê werin bicihkirin, û nejî kengî.

Danîmark heta niha 400 endamên serbazî dane hevpeymaniyê, di nav de 60 ji hêzên taybet, ligel heft balafirên şer ên F-16 -- çar ji wan dikarin di her demê de werin bikaranîn -- û balafireke veguhestinê ya C-130J.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500