Nûçeyên Iraqê

Eniya Nusra êrîşa xwekujî li Şamê li stûyê xwe girt

Eniya Nusra, ku niha bi navê Eniya Fetih Şam tê naskirin, roja Çarşemê cotêrîşên xwekuîj yên ku hefteya borî li Şamê qewimîbûn (18ê Knaûna Duyem) kir stûyê xwe, li gorî AFP.

Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku deh kes hatin kuştin di êrîşên roja 12ê Kanûnê Duyem de li taxa Kefir Sûsê ya pir asê, û heşt ji kuştiyan serbazên rejîmê bûn.

Girûpê bi rêya medyaya civakî re êrîş kir stûyê xwe.

Beşek ji Kefir Sûsê zoneke pir bi ewleh e û malên wezîr, berpirsên bilind ên ewlehiyê û baregehên sereke yên hewalgiriyê li wir in, lê belê teqîn li cihekî din li taxê buyer da.

Êrîşên bi vî awayî gelekî bi degmen in li Şamê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500