Nûçeyên Iraqê

18 Berpirsên Sûriyê ji ber çekên kîmyawî têne sizakirin

Wezareta Gencîniyê ya Emerîkî roja Pêncşemê (12ê Kanûna Duyem) siza li dijî 18 berpirsên bilind yên rejîma Sûrî ji ber bikaranîna çekên kîmawî ragihand.

Li ser bingeha raportên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî û Mîkanîzma Lêkolîna hevbeş a NY ku ew piştrast dikin ku rejîm kilor weke çekekî kîmawî di 2014 û 2015 bikar aniye biryara sizayê hate dayîn Ned Price berdevkê Encûmena Ewlekariya Netewî di daxuyaniyekê de got.

Ev cara yekem e ku Emerîka sizayan li ser berpirsên bilind ên Sûrî ji ber pêwendîdariya wan bi binpêkirina Peymana Çekên Kîmyawî û Biryara 2118 a Encûmena Ewlekariyê ya NY disepîne.

"Em bi tundî bikaranîna rejîma Sûriyê ji çekên kîmawî re şermezar dikin ," daxuyayiyê got û da zanîn jî ku êrîşên rejîmê yên berdewam "guzariştê li amadebûna wê ya rubirubûna standerên bingehîn ên rewştên mirovahî, pêgîriyên navdewletî, û pîvanên cîhanî yên kevidar e dike".

Sûriyê pejirand ku beşdarî Peymana Çekên Kîmawî bibe piştî êrîşa wê ya kîmawî li devera Xuteya Şamê di 21êTebaxa 2013an de, ku zêdetirî 1,000 kesî tê de hatin kuştin.

Daxuyanî welatên endamên NY û pêbendên peymanê bo piştgiriya hewldanên bihêzkirina berpirsiyaretiyê han dide di rêya Encûmena Ewlekariyê ya NY û yasaya navxweyî.

"Divê civaka navdewletî zelal bike ku bikaranîna çekên kîmawî nayê pejirandin û dê binpêker ji ber kiryarên xwe rastî çarenivîseke dijwar bibe," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500