Nûçeyên Iraqê

Lîderê Qaîde "derewînên" şermezar dike

Lîderê Qaîde Eymen Zewahirî tişta ku weke kampanyayeke propagandayê ya xirab li dijî grûpa xwe ji aliyê hevrikê wê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) binav kir di peyameke dengî de roja Pêncşemê (5ê Çileyê) şermezar kir, AFP ragihand.

Di peyamê de, ku ji aliyê Koma Istixbaratê SITE ve hatiye dîtin û wergerandin, lîderê Qaîde lîderê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî bi heqaretkirina koma wî tawanbar dike.

Qaîde, ku bi destê Usama bin Ladin hate damezirandin, bi DAIŞê re ketiye şer, ya ku ji koma wê ya Iraqî cuda bû, ji bo lîderiya tevgereke tundrew ya cîhanî.

Di peyama xwe de, Zewahirî gazinda wê yekê dike ku Bexdadî idîa kiriye ku Qaîde li dijî êrîşên mezhebî li ser Şîeyan radiweste û amede bû bi lîderên Kiristiyan re kar bike.

"Derewîn li ser derewên xwe israr dikin, heta wê asta ku ew idîa dikin ku em Şîeyan şermezar nakin," Zewahirî got, li gorî wergerandina peyamê, ya ku ji aliyê beşê medyaya Qaîde hatiye belavkirin.

Lîderê Qaîde, yê ku cih girt piştî kuştina bin Laden di sala 2011 de, tê texmînkirin ku di cihekî li herêma sînorî ya Pakistanê de ye û xwe ji ber dûvçûna cîhanî veşartiye.

Ew bi alîgirên mayî yên komê re di pêwendiyan de ye bi rêya peyamên vîdyoyî yên nîv-adetî, tevî ku peyama roja Pêncşemê ti dîmenên ji daxûyaniya Zewahirî lixwe negirtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500