Nûçeyên Iraqê

Turkiyê hişyariyê dide ku danûstandinên Sûriyê bi sedema bibpêkirinan di metirsiyê de ne

Tukiyê roja Çarşemê (4ê Kanûna Duyem) hişyarî da ku danûstandinên Sûriyê yên plankirî ku ji aliyê Rûsiya ve tên piştgîrkirin di metirsiyê de ne, û bang li rejîma Sûriyê kir ku bipêkirinên agirbestê bisekinîne, AFP ragihand.

Wezîrê Derve Mevlut Cavusoglu got ku eger pêkanîna agirbestê bi aweyekî pêwîst bû, danûstandinên aştiyê dê 23yê Kanûna Duyem li paytexta kezexisanê li Estîna destpê bikin.

"Eger em binpêkirinên ku her û her zêde dibin ranewestînin, eger heye ku proseya Estana biser nekeve," Cavusogly ji ajansa nûçeyan ya dewletê Anadolu re got.

"Dema ku em dinêrin kê van binpêkirinên han pêk tîne, em dibînin Hizbula ye" û çekdarên alîgirên rejîmê ne, wî got.

Rêkeftin hişt agirbestek di dawiya Kanûna Yekem de dest pê bibeû "hêzên sereke yên opozisyona çekdar" belgenameyek îmze kir ku dibêjê ew ji destpêkirina danûstandinên aştiyê re amade ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500