Nûçeyên Iraqê

Polîs: Di êrîşeke xwekujî de bi otombîleke bombekirî li Bexdayê 32 kesî dikuje

Di êrîşeke xwekujî bi otombîleke bombekirî li taxeke qerebalix a niştecihbûnê li Bexdayê roja Duşemê (2ê Kanûna Duyem) herî kêm 32 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, li gorî AFP.

Gelek qurbanî karkerên karên rojane bûn ku li xaçerêyekê li Bajarê Sedir li benda kar bûn.

li gorî eqîdekî polîs, herî kêm 32 hatin kuştin û 61 kesên din jî birîndar bûn, ku duyem mezintirîn êrîşa li Bexdayê ye di sê rojan de.

Herî kêm 27 kes di du cot teqînan de li bazareke qerebalix li navenda Bexdayê roja Şemiyê hatin kuştin, û ew kujênertirîn erîş bû li paytexta Iraqê di heyama du mehan de bû.

Tu kesî êrîşa xwekujî ya Duşemê li xwe negirt lê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vê dawiyê êrîşên wisa li xwe girtine, di nav de cot teqînên Şeva Sersalê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500