Nûçeyên Iraqê

Gûmanbarê êrîşa Berlînê di vîdiyokê de soza hevalbendiya DAIŞ dabû

Gûmanbarê serekî di êrîşê bazara kirîsmis a Berlînê de soza dilsoziya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di vîdiyokê de ku roja Înê (23ê Kanûna yekem) hatibû belavkirin dabû, AFP ragihand.

Vîdiyo, ji aliyê ajansa DAIŞ Amaq ve hat belavkirin, ku tê de diyarbû Enes Amirî ê Tunisî, yê ku hate kuştin, dema ku gule bi ser polîsên Îtalî de roja înê barand, ku soza dilsoziya ji bo serkêşê DAIŞ Ebû Bekir el-Bexdadî dabû.

Vîdiyoya ku du xulek u 42 çirkeyane dirêj dike diyar dike ku Enes Amirî rasterast bi kamerayekî re dipeyve li derve û çakêtekî zivistanî û guhkeran li ber xwe dike.

Ne diyare li ku û di çi demê de vîdiyo hatiye kişandin.

Amaq berê gotibû ku ew mirovê ji aliyê polîsê Îtalî nêzîkî Mîlan hatibû kuştin roja Înê êrîşa Berlîn li dar xistibû.

Efserê polîsê Italî Amrî nêzîkî rawestgeha trênê ya Sesto San Giovanni Mîlan kuşt, çar rojan piştî êrîşa Berlînê ku tê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da di dema ku kemyoneke Polendî tomarkirî bi derabeyên polatî xwe li bin guhê komeke bazara pişudanê şeva Duşemê xist ku standên dar dan ber xwe û qurbanî parçeparçe kirin .

Wezîrê Karên Hundir ê Elmaniya Thomas de Maiziere sipasiya polîsê Îtalî kir bo kiriyara bilez û got ku efser "xwedan wêrekiyeke taybet" bûn û "karekî neyab" encam dan.

"Ez pir murtah im ku ev êrîşkar êdî nema dibine gef," wî got, û anî ziman ku tîmeke ji polîsê federal yê Elmanî ber çûne Îtalyayê bo alîkarîkirina lêkolînan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500