Di êrîşên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de roja Duşemê nêzî Tedmurê li navenda Sûriyê herî kêm 20 çekdarên rejîm û alîgirên wê hatin kuştin, AFP ragihand.
"Herî kêm 20 çekdarên hêzên rejîmê û alîgirên rejîmê di êrîşeke DAIŞ de ya li ser balafirgeha Teyfûr li parêzgeha Humsê hatin kuştin. Du efserên pile bilind ên Sûrî hatin kuştin dema ku herlîkoptereke rejîmê li nêzî balafirgehê hat xistin," Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirov got.
Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got ku DAIŞ "êrîşên li pey hev" bikar tanî daku hêzên rejîmê biwestîne, û got ku pevçûn dewam dikin.