Nûçeyên Iraqê

Xaça Sor: 25,000 kes ji Helebê hatin derxistin

Herî kêm 25,000 kes ji navçeyên rojhilatê Heleba Sûriyê derketin ji dema ku valakirin hefteya borî destpê kir, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor roja Sêşemê (20ê Kanûna yekem) got.

Di nav awareyan de Bana el-Ebid, ya 7 salî ,ya ku Twitter wî trajîdiya şerê Sûriyê, û herwiha 47 zarokên ku li sêwîxaneyê de asê mabûn tanîn pêş.

Betirî "Bi hezaran" jî hîn li benda veguhestinê ne, Berdevka Xaça Sor Ingy Sedky ji AFP re got.

Xaça Sor serpereştiya wê rêkeftina valakirinê a aloz ji bo Helebê dike, ya ku ta roja Duşemê rawestiya bû ji ber daxwaza rejîmê ya ji bo valakirina hevwext a her du gundên li bakurê rojavayê Sûriyê yên ku di bin dorpêçkirina opozisyona de ne.

Sedky piştrastkir, ku 750 kes heta niha ji gundên Fiwa û Kefereya, li parêzgeha Îdlib ya Sûriyê, weke beşek ji vê rêkeftinê hatine derxistin.

Hevdem, rêjîma sûrî roja Sêşemê daxwaz ji şervanên opozîsyonê û sivîlên mayî kir ku ji rojhilatê Helebê derkevin di demekê de ku ew xwe ji bo kontrolkirina tam a bajêr amade dike.

Roja Duşemê, NY ji bo bicîhkirina çavdêran li Helebê dengdan kir û got ku ew pilan dike ku giftugoyên aştiyêyî dîsan li Cinêvê di sibatê destpê bikin.

"NY bi niyaz e ku van giftugoyan li Cinêvê di 8ê sibatê de pêk bîne," şandrê NY Staffan de Mistura got, piştî ku Encûmena Ewlekariyê bi tevayî biryareke ji bo çavdêrîya valakirina ji Helebê pejirand.

Wezîrên derve yên Ereb roja Duşemê pêşwaziya biryara Encûmena Ewlekarîyê ya NY ya ji bo belavkirina zû ya çavdêrên NY li Helebê kir, Komkara Erebî di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500