Nûçeyên Iraqê

Encûmena Ewlekariyê ya NY bi tevayî piştgiriya şandina çavdêran a ji bo Helebê kir

Encûmena Ewlekariyê roja Duşemê (19ê Kanûna yekem) dengê xwe ji bo şandina çavdêrên NY li Helebê bi awayekî bilez da, ji bo şopandina derxistina sivîlan û pêşkêşkirina raportan li dor qedera sivîlên ku di bajêr de dorpêçkirî mane, AFP Ragihand.

Encûmenê bi tevayî reşnivîseke çareseriyê ya Firensî erê kir ku bû cara yekem ku nerîneke hevbeş di nav hêzên cîhanê de ji mehan ve di derbarê krîza li Sûriyê de saz dibe.

Rêkarê NY bi pêkanîna "çavdêrîkiriyeke baş, bêalî û rasterast ya valakirina ji rojhilatê Helebê erkdar kir û herwiha navçeyên din yên li bajêr".

Ji Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon xwest ku gavên lezgîn ji bo rê ji çavdêrên re bê dayîn ji bo çavdêrîkirina "ewlehiya sivîlan" û daku giftugo bi aliyên peywendîdar re were kirin ji bo bicihanînê.

"Ev xala destpêkê ye" balyozê Ferensî François Delattre ji nûçegihanan re got. "Em dê gelekî haydar bin, û gelekî hişyar bin."

Bi hezaran sûrî cihê opozisyonê li Helebê roja duşemê di bin peymaneke valakirinê de ya koplêksli pey xwe hiştin ku rê dide hêzên rejîmê ku kontrolkirina xwe ya tevayî li bajarê wêrankirî misoger bike.

Operasyonan di roja Duşemê de dîsan destpê kir, ku dora 5,000 kes bi 75 basan ji Helebê derketin, li gorî Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor.

Evna derketina pêşî bû ji roja Înê ve, dema ku hukmetê valakirin rawestandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500