Nûçeyên Iraqê

Derxistina sivîlên Helebê rawestiyaye û bi hezarên xelkê asê hatine hiştin

Rejîma Sûriyê (16ê Kanûna Yekem) derxistina sivîlên û çekdaran ji deverên dawî yên Helebê yên ku di bi kontrola opozisyonê de sekinandin û bi hezaran asê man, AFP ragihand.

Operasyona derxistina sivîl û çekdarên opozisyonê yên dawî ji rojhilatê Helebê ji nişka ve roja Înê sekinî, û rejîmê opozisyon bi şikandina mercên rêkeftinê tawanbar kir.

Komîteya Navdewletî ya Xaça sor ku serperiştiyariya valakirinê dikir, piştrast kir ku derxistina sivîlan sekinî ye.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov û girûpeke opozisyonê gotin ku dixuyê ku sekinandin bi du gundên di bin kontrola opozidyonê de, Fuaa û Kifya, ve elaqedar e.

Wê got ku çekdarên alîgerê rejîmê rêya Helebê ku karwana derxistina sivîlan ew bikar tanî qut kiribûn û çekdarên opozisyonê nedihêlan rê ne dida desrxistina niştecihên gundên Fuaa û Kifya biçe serî.

Rewangehê texmîn kir ku 8,500 kes çûn beriya ku sekinandina operasyon were rewastan, 3,000 ji wan jî çekdarên opozisyonê bûn.

Ehmed Dibis, diktorekî ku alîkariya hevkariya derxistina nexweşan dike, got ku 500 ji kesên derxistî birîndarbûbûn anjî nexweş bûn û ew bi hewceyî guhdana bijîşkî bûn.

Zêdetirî 50 sivîlên birîndar ji Helebê, gelek ji wan di rewşeke xerab de ne, ji bo çareserê hatin veguhestin bo Tirkiyê, Heyva Sor a Tirkî roja Înê got.

Biryar bû ku roja Înê Enucmena Ewlehiyê ya NY li hev bicive daku behsa banga Fransa ya li çavdêrên navdewletî ku çavdêriya derxistinê bikin û gihandina alîkariyan piştrast bikin bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500