Nûçeyên Iraqê

Pevçûnên kujêner li Helebê li dar dikevin û veguhestina sivîlan bo cihên aram rawestiyaye

Pevçûnên kujêner li Heleba Sûrî roja Çarşemê (14ê Kanûna Yekem) destpê kirin piştî ku rêkeftineke valakirina deverên opozisyonê ji xelkê hate rawestandin, AFP ragihand.

Derketinên yekem dora 5ê sibehê dihat pêşbînîkirin, lê tu tevger nebû, û piştî çend saatan pevçûnên dijwar bajar hejandin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov "çdestpêkirina pevçûnên gelek dijwar li hemû eniyan" ragihand.

NY nîgeraniya xwe li dor îdaiyên ku dibêjin ku hîn çarenivîsa zilaman a nediyar piştî çûyîna wan bo deverên rejîmê derbirand û roja Sêşemê got ku raportên wê yên bawerbar li dor kuştinên bi destê çekdarên alîgirên-rejîmê hene.

Berdevkê ofîsa mafên mirov ya NY Rupert Colville raportên kuştina herî kêm ya 82 sivîlan, ku 11 ji wan jin in û 13 jî zarok in, di van rojên dawî de anîn ziman.

Hevdem, Komsyona NY ya Pirsa Sûriyê roja Çarşemê got ku wê raport wergirtine ku dibêjin çekdarên opozisyonê rê nedidan sivîlan ku ji Helebê derkevin, û wan weke mertalên mirovî bikar tanî. Wê bi taybetî Eniya Nusra ya ku niha bi Eniya Fetih Şam tê naskirin û girûpa opozisyonê Ehrar Şam tawanbar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500