Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî li Mûsilê erdan bi dest dixin û alîkariyan belav dikin

Hêzên Iraqî taxa Felah 2 bidest dixin rojekê piştî vegerandina Felah 1 li rojhilatê Mûsilê, fermanderekî serbazî yê bilind roja Çarşemê (14ê Kanûna Yekem) ragihand.

"Aniha ez ji taxa Felah 2 ligel we dipeyivim ku hêzên me ew ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin," Fermanderê Operasyonên Nînewe Necimedîn Kerîm Cibûrî bi rêya telefonê ji Diyaruna re got.

Aniha artêş cihên xwe ewle dike û alîkariyê ji niştecihên deverê re peyda dike, wî got.

"Hêzên artêşê kolana ku diçe ber bi mezara Yunisê Pêxember ve li rojhilatê Mûsilê kontrol kirin û em hêvî dikin ku em di pêkanîna pêşketinê di çend rojên bên de berdewam bin," wî got.

Hevdem, desthilatên Iraqî alîkarî li ser malbatan li kampên parêzgeha Mûsilê belav dikirin, Wezareta Koç û Koçberan roja Çarşemê got.

"Tîmên wezaretê yên meydanî heta niha 9,000 paketên hawarçûnê li ser kampên Xazir, Ceda, Medrec û Hesen Şam belav kirine, û 60,000 lîtrên petrola sipî û 3,000 sîlînderên gazê li ser malbatên li taxên nîştecihbûnên ên rizgarbûyî li rojhilatê Mûsilê weke Eden, Bekir, Îlam û Şiqeq Xedra belav kirine," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Operasyonên hawarçûnê û alîkariya bi rêya hevahangiya ligel NY û rêxistinên navdewletî yên din re pêk tên," wezaretê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500