Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî li du deverên nû li Mûsilê pêşve diçin

Hêzên Iraqê derbasî nav taxên nû li beşê rojhilatî ji Mûsilê dibin, hevdem roja Sêşemê (13ê Kanûna yekem)balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî berdewam dibe di armancgirtina cihên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bajêr, Fermandarîya Operasyonên Nînewa got.

"Hêzên Iraqî ber bi taxên Mearid û Mezara, li rojhilat û başûr-rojhilatê Mûsilê pêş dikevin, û şerên dijwar li dijî DAÎŞ dikin," Fermandarê operasyonên Nînewa Necmedîn Kerîm el-Ciburî ji Diyaruna re got.

Wî got artêş û hêzên dije- terorê çeper li parçeyên van taxan girtine, û anî ziman ku "ew bi baldarî hewla pêşketinê di saetên pêş de dibin bi li berçavgirtina ewlekariya sivîlan".

Hevdem, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li çend komkênn DAIŞ dan, bi dehan çekdarên komê hatin kuştin û birîndarkirin, wî got.

Wezareta Iraqî ya Koç û Koçberan roja Duşemê got ku hejmara kesên ji Mûsilê awarebûyî ji dema destpêkirina operasyonên rizgarkirina Nînewa ve gihştiye 103.000 kesî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500