Nûçeyên Iraqê

Êrîşa Sûriyê 3 çekdarên DAIŞ dikuje, hin ji wan beşdarî êrîşên Parîsê bûbûn

Êrîşeke hevpeymaniyê li Sûriyê sê lîderên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ên ku di pilandanîna êrîşên biyanî de beşdar bûn kuştin, di nav de du mêrên ku alîkarî di êrîşên Parîs de yên par qewimîn kiribûn, AFP roja Sêşemê (13yê Kanûna Yekem) ragihand.

"Hersê di dema êrîşê de bi hev re kar dikirin ji bo pilankirin û hêsankariya êrîşan li dijî armancên Rojavayî," Pentagon got.

Ew di êrîşa 4ê Kanûna Yekem de li Reqa hatin kuştin, berdevkê Pentagonê Peter Cook got.

Du ji van kesên kuştî -- Selahedîn Gourmat û Samî Djêdû -- di pêkanîna êrîşên li parîsê di13yê Mijdara par de, ku 130 kes tê de mirin, beşdar bûbûn, wî got.

Herdu "hevkarên nêzîk" ên Ebû Mihemed Ednanî, berdevkekî DAIŞ û lîderekî operasyonên derve ku di êrîşeke hevpeymaniyê de li Tebaxê hat kuştin, bûn .

Kesê kuştî yê sêyê Welîd Heman, ku Cook got wî pilana êrîşeke xwekujî dikir û ew li Belcîka bê amadebûna wî hat hukumkirin ji ber pilana terorî ya sekinandî di sala 2015an de.

Hersê endamên toreke bi serperiştiyariya Bûbekir Hakim bûn, ku ewTunisî ye û di êrîşeke asmanî de meha borî hat kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500