Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Vekişîna opozisyona sereke ji gelek navçeyên Helebê

Çekdarên opozisyona Sûrî roja Duşemê (12ê Kanûna yekem) ji zêdetirî şeş taxan li asêgeha wan ya rojhilatê Helebê, li hemberî pêşketina hêzên hikûmetê vekişiyan, AFP ragihand.

"Şerê Helebê bidawî dibe, tenê pirsa demeke biçûk e ,ne zêdetir, ne kêmtir .. ew hilweşîneke bi tevahî ye," Ramî Ebdilrehman, birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Ji nav taxên ku şervanên opozîsyonê vekişyane, Bustan Qesir e, ku demekê yek ji taxên herî asê yên di bin kontrola opozîsyonê de bû.

Vekişîn dihêle ku opozîsyon bi tenê li nav çend taxên li başûrê-rojhilatê Helebê bimîne, yên herî mezintrîn ji wan jî Sukerî û Meşhed in.

Li taxa Meşhed, şêniyên ku ji ber pêşketina artêşê direviyan ,li taxên dî li kolanan kom bibûn, cih nebû ku herinê, şahidan got.

Gelek birçî bûn û nikarîbûn tiştekî bi xwe re bînin. Rojhilatê Helebê ji nîvê Temûzê de di bin dorpêçkirinê de ye li gel kêmbûna pêdiviyên xwarnê.

Sivîlên aware li ser şosteyê rûniştîbûn, di nav wan de jin û zarok jî li kolanan xwe pal dabûn ji bo razana li kolanê, wan got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500