Nûçeyên Iraqê

Xaça Sor: 150 kes ji saziyeke tenduristî li Helebê bi selametî hatin derxistin

Nêzî 150 sivîl bi dirêjahiya şevê ji saziyeke tenduristî li Bajarê Kevin ê Helebê bi selametî hatin derxistin, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor roja Pêncşemê (8ê Kanûna Yekem) got.

Xaça Sor got ku termên 11 kesên ku li saziyê mirin piştî ku di meydana şer de bûn yan ku nikarîn dermanan wergirin jî hatin birin, AFP ragihand.

Rejîma Sûrî nêzî 80% ji rojhilatê Helebê vegerandiye ji destpêka êrîşa ku beriya sê heftiyan destpê kir, û bi dehên hezaran ji sivîlan aware bûn.

Xaça Sor got ku wê operasyonek ligel Heyva Sor a Sûrî pêk anî daku 150 nexweşan û sivîlan ji saziya Dar Safa li Bajarê Kevin bi selametî derxînin.

Saziya ku berî mala kesên bi emir bû hatibû firehkirin daku nexweşên derûnî anjî kêmandamên fizîkî werbigre, Xaça Sor got, da zanîn jî ku nêzî 30 sivîlan, hin ji wan birîndar in, li wir li penayekê geriyan.

"Ev nexweş û sivîl çend rojan li deverê asê mabûn bi sedema pevçûnên dijwar ên li derdorê û her diçû eniya şer nêztir dibû," seroka şanda Xaça Sor li Sûriyê Marianne Gasser got. "Gelek ji wan nikarin bilivin û pêwistiya wan bi baldarî û guhlêdana taybet heye".

Van herdu rêxistinan hewil dida ku roja Sêşemê ve saziyê vala bikin, lê belê ew neçar bûn ku hewlên pêşî dereng bikin ji ber şerên dijwar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500