Nûçeyên Iraqê

Peyvdarê nû yên DAIŞ bang li çekdaran dike ku ji Mûsilê û Reqayê nerevin

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Duşemê (5ê Kanûna Yekem) peyvdarekî nû da pêş ku wî bang li çekdarên rêxistinê kir ku nerevin, AFP got.

Peyvdarê nû Ebulhesen Muhacir, banga xwe bi rêya peyameke deng ku radyoya Furqan, ku organeke propaganda DAIŞ e, belav kir.

DAIŞ gotibû ku selefê wê Ebu Muhemed Ednanî di destpêka vê salê de hatibû kuştin . Pentagon got ku ew di lêdaneke asmanî de beriya sê mehan li nêzî paytexa xîlafetê li Reqaya Sûriyê hat kuştin.

Di peyama xwe de, berdevkê nû yê DAIŞ banga sebrê ji çekdarên rêxistinê kit û daxwaz ji an kir ku ji qada şer "nerevin" û soza "serkeftinê" da.

Roja 3yê Mijdarê, lîderê DAIŞ Ebu Bekir Bexdadî bêdengiya xwe a ku nêzî salekê dom kir şikand piştî ku hêzên Iraqî nêzîkî Mûsil bûn, û bang li çekdarên rêxistinê kir ku erdê li bajêr bigrin li hember operasyona ku 17ê Cotmehê destpê bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500