Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî taxên nû li rojhilatê Mûsilê rizgar dikin

Hêzên Iraqî roja Sêşemê (6ê Kanuna yekem) taxek li rojhilatê Mûsilê bi temamî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin, fermandarekî leşkerî yê bilind ji Diyaruna re got.

"Hêzên hevbeş ên Iraqî taxa Şeyma rizgar kirine û aniha di bin sîbera firokeyên hevpeymaniya navdeletwî a neyab de ber bi taxa Domîz ve diçin," emîd Ehmed Esaf, fermandarê lîwayê 4an yê dije-terorê got.

"Termên terorîstên DAIŞ li seranserê kolanan belavkirî ne," wî ji Diyaruna re got.

Fermandarê polîsê federal ferîq Raed Şakir Jewdet got ku dê hêzên Iraqî operasyonên amadekirî roja Sêşemê destpê bikin berî ku ew li aliyê rojavayê Mûsilê pêş bikevin.

"DAIŞ dê nikaribe xwe li ber êrîşên hêzên me bigre,'' wî di daxuyaniyekê de got.

Hevdem, balafirên Iraqî bi melyonan belavok li ser Mûsilê, el-Qaem li rojavayê Enbar û el-Hiwîce, li başûrê Kerkûkê belav kirine, ku tê de zanyariyan didin niştecîhên herêmê re yên ku hîna di bin siya DAIŞ dijî, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Sêşemê got.

Belavokan, serkeftinên ku ji aliyê artêşa Iraqî ve hatiye bidestxistin li xwe girtin û lîsteyeke zaniyariyan, weke dûrbûna ji herêmên DAIŞ, û girîngiya dûrketina ji êrîşên asmanî pêşkêşî welatiyan kirine, wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Herweha belavokan hişyarî ji bo endamên DAIŞ ku xwe " radest bikin anjî rastî mirinê bên" li xwe digrin, daxuyaniyê got,

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500