Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî serkeftinan li Mûsilê tomar dikin

Fermandariya Operasyonên Nînewe roja Pêncşemê (1ê Kanûnê) serencama serkeftinên arêtşa Iraqê di şerê rizgarkirina Mûsilê de di 45 rojên borîn da parve kir.

"Hêzên Iraqî serkeftinên mezin dijî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li gelek eniyan bidest xistine," fermanderê Operasyonên Artêşa Iraqê li Nînewa, ferîq Ebdulemîr Reşîd Yarela, di daxuyaniyekê de got.

"Li eniya başûrî, 96 gund, sê bajarok, û 56 bîrên petrolê hatine rizgarkirin, û hêzên me niha li gundewarên Ebû Sêf ê li başûrê Mûsilê ne," wî got.

"Me 239 otombîlên bombekirî bi hevahengiya beşê asmanî ya artêşa Iraqê, hêza asmanî ya Iraqî û hevpeymaniya navdewletî wêran kirin," wî got. "Me dora 1,855 kîlometrên çargoşe erd paqij kiriye, bi dirêjahiyan rêyên bilind ên kevin û nu yên Geyara û Hemam Elîl.

Li eniya başûr-rojhilatî, hêzên Iraqî 54 gund û çend bajar û bajarok rizgar kirine, di nav de Hemdaniya, Karemlis, Nemrûd, û Selamiya.

Wan çar tax li aliyê rojhilat jî paqij kirin, 77 otombîlên bombekirî rûxandin û 950 kîlometrên çargoşî erd paqij kirin, wî anî ziman.

Li eniya bakûrî, artêşê 21 gund rizgar kirin, di nav de Şelalat û Bwêza û Dicla Mol, wî got.

"Wê 112 kîlometrên çargoşeyî erdê pak kir û 23 otombîlên bombekirî rûxandin," wî anî ziman.

Lê derbarê eniya rojhilatî, "hêzên me 15 gund, di nav de Bertila û Bazwaya, û 23 taxên li ser berava çepê [yê çema Diclê] rizgar kirin", Yarela got.

"Hêzên Iraqî niha di piroseya rizgarkirina 56 taxên mayîn ên li aliyê rojhilatî ji Mûsilê de ne," wî got. "Wan 140 kîlometrên çargoşeyî paqij kirin û 151 otombîlên bombekirî bi hevahengiya bi hevpeymaniya navdewletî re wêran kirin."

Hêzên Pêşmerge 28 gund rizgar kirin, di nav de Başîk . Wan 500 kîlometrên çargoşeyî erd paqij kirin û 55 otombîlên bombekirî wêran kirin, wî got.

Roja Pêncşemê, emîndarê giştî yê wezareta Pêşmergê Cebar Yawir ragihand ku bi temamî 1,600 Pêşmergeyên Kurd li Iraqê hatine kuştin ji meha Hezîrana sala 2014an ve, AFP ragihand.

"Ji destpêka şerê li dijî DAIŞ, wate ji Hêzîrana sala 2014an ve, heta 30ê Mijdarê (2016), hejmara temam a şehîdan 1,614 e û hejmara birîndaran 9,515 e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500