Nûçeyên Iraqê

Sivîlên Helebê hewla revê didin bi pêşketina artêşa Sûriyê re

Bi dehan ji welatiyan hewla reva ji rojhilatê Helebê ku di dest opozisyonê de ye dibin lê bi gulebaranê bi zorê hatin vegerandin, ji ber ku artêşa Sûriyê roja Çarşemê (23ê Mijdarê) ji bo bidestxistina bajêr êrîş dijwar kirin, AFP ragihand.

Hikûmetê hefteya borî pêşçûna xwe ji bo bidestxistina rojhilatê bajêr destpê kir, li cihê ku zêdetir ji 250,000 sivîlan di bin ambargoya ku ji aliyê artêşê bi mehan asê mane, li gel kêmbûna jêderên xwarinê û sûtemeniyê .

Rejîmê, rojhilat da ber êrîşên asmanî, bermîlên bombekirî û topan ji bo zêdetirî hefteyekê, di encamê de zêdetirî 140 kesan di pêşketinê de hatin kuştin.

Roja Çarşemê, Rewangeha Surî bo Mafên Mirov got ku ji nişkê ve bi dehan sivîl hewla revê dabûn lê gulebaranê ew neçar kirin ku vegerin.

"Şeva Sêşemê, dora 100 malbatan nêzîkî korîdorekê ji taxa Bustan el-Paşa ku derbasî Şêx Meqsûd dibe kom bûbûn," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

"Lê dema ku sivîl hewla derbasbûna aliyê din dan, pevçûn derket" wî bê hûrgilî ji AFP re got .

Şêx Meqsûd taxeke li bakur e ku ji aliyê hêzên Kurdî tê kontrolkirin, ku ne hevalbendê rejîmê ye, nejî yê opozisyonê ye, di navbera rojava-ku rêjîm tê de ye û rojhilat-di bin destê opozisyonê de ye.

Herikîna xwînê girîngiyeke navdewletî bi xwe re anî, tevî ku nîşana wê yekê kêm e ku heta aniha pilaneke rawestandinê hebe.

Wezîrê Derve yê Firensa Jean-Marc Ayrault roja Çarşemê got ku piştgirên opozisyona miyanrew ya Sûriyê dê li Parîsê di destpêka Çileyê Pêşîn de ji bo giftugokirina rewşê li hev bicivin.

Bang li civaka navdewletî kiri ku " bela balê bikşînin" ser "rastbîniya xerab" ya şer .

Rêxistina parastina zarokan banga agirbesteke di bin çavdêriya navdewletî de kir ku ew rê li ber birina alîkariyan bo rojhilatê Helebê veke û derxistina nexweşan û birîndaran gengaz bike.

"Ev şermeke exlaqî ye ku hejmara kuştina zarokan li Helebê bilindtir dibe û ber bi xerabûnê ve diçe, lê hin çalakî hatine standin ji bo bidawîaîna bombebaranê û ji bo aliyên şer werin berpirsiyarkirin," berêvebera dezgeha xêrxwazî ya Sûriyê Sonya Xûş, got.

Dawîn êrîşa hukmetê nexweşxaneke kir hedef û navendeke xelaskirinê, û dibistanek ji neçarî hatin girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500