Nûçeyên Iraqê

Iraq elektirîkê ji yazdeh deverên rizgarkirî li Mûsilê re vedigerîne

Xizmeta elektirîkê ji 11 deverên rizgarkirî li parêzgeha Nînewa re hat vegerandin weke beşekê ji bernameyekê ji bo bilezkirina vegera jiyana asayî piştî jinavbirina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Wezareta Elektirîkê ya Iraqî roja Duşemê (21ê Mijdarê) got.

"Tîmên endazyarî û teknîkî yên Rêveberiya Giştî ya Gihandina Elektirîkê ya Bakur karên çakkirina pêwîst temam kirin û xizmeta elektirîkê vegerandin Rebîha, Şemal, Zimar, Şingal, Mexmûr, Debka, Qaraj, Giwêr, Wana, Ednaniya û Şêxan," berdevkê wezaretê Museb Muderis di daxuyaniyekê de got.

Karê çakkirinê guhertin û çakkirina xetên elektirîkê û nûgihandina wan bi tora elektirîka niştîmanî ya Iraqê ve lixwe girtin, di daxuyaniya de hate gotin.

"Tîmên din yên endazyarî û teknîkî ên piştgir karên xwe bicih dikin ji bo vegerandina elektirîkê ji bo hemû deverên rizgarkirî bi hevahengiyê ligel hêzên me yên ewlekariyê," di daxuyaniyê de hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav hêjayên malpera Diyaruna .. Nûçegehanên we li Silêmaniyê hene? Anjî ji we re nûçegihanek pêwist e? Silavên germ

BERSIV BIDE