Nûçeyên Iraqê

Rêveberê OPCW: Eger heye ku DAIŞ gaza xerdel ku li Sûriyê hatiye bikaranîn çêkiribe

Rêveberê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) Ahmet Uzumcu roja Înê (18ê Mijdarê) eşkere kir ku hin pispor ligel rêxistina wî bawer dikin ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gaza xerdel a ku li Sûriyê û Iraqê hatiye bikaranîn çêkiribe, AFP ragihand.

Nimûne ji gaza xerdel a ku ji êrîşên li Sûriye û Iraqê hatine birin niha ji aliyê laborên terxankirî yên OPCW ve tên analîzekirin û "bi rastî li gorî encaman dibe ku ev made ji aliyê DAIŞ bi xwe ve hatibe çêkirin", Uzumcu got.

"Kiwalîteya wê kêm bû, lê hîn zererdar e ... û ew weke çek hatiye bikaranîn û ji ber vê yekê gelekî cihê tirsê ye" rêveberê OPCW got, ku taybet ji AFP re axivî piştî ku Encumena Ewlekarî ya NY moleta şandeya hevbeş a taybet a NY û OPCW dirêj kir daku bêtir rê bide lêkolînên derbarê êrîşên kîmawî yên ku li Sûriyê behsa tên kirin.

Ajansa navdewletî ku bi wêrankirina çekên kîmawî hatiye erkdarkirin herwiha lêkolînan derbarê bêtirî 20 raportên dike ku ew îdiaya bikaranîna gazên jehrî li Sûriyê dikin ji Tebaxê ve, Uzumcu got, di nav de hinek îdiayên ku vê dawiyê roja Pêncşemê hatin kirin.

Ji 1ê Tebaxê ve, wî got, hejmarek ji îdiayan hebûn, ji aliyê rejîma Sûriyê û opozîsyonê ve jî, derbarê "bikaranîna klorîn û madeyên nenaskirî li Helebê û beşên bakurî ji Sûriyê weke Idlib.

OPCW aniha "agahiyan kom û analîze dike", wî got jî, daku bibînin gelo ev îdia "bawerdar in anjî na ji bo kûrkirina lêkolînên me".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500