Nûçeyên Iraqê

Belcîka: "Tirsa" ji vegera çekdarên DAIŞ

Divê welatên YE hevkariya îstîxbaratî xurtir bikin ji bo rûbirûbûna hejmara zêde ya çekdarên tundrew yên ku vedigerin warên xwe ji meydanên şer li Sûriyê û Iraqê, Wezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders roja Sêşemê (15ê Mijdarê) got.

Di gotarekê de li Brukselê, Reynders got "tirs" heye ku "çekdarên biyanî" bi piranî vegeriyane bo ewropayê ji ber ku hêzên hevpeymaniyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji axa Sûriyê û Iraqê derdixin, AFP ragihand.

"Îro,sipasî ji pêşketina ku em bi hevpeymaniya leşkerî li Iraqê û li Sûriyê dikin re, em dibînin ku bajar û hemû parêzgeh tên rizgarkirin," Reynders got.

"Lê belê, tirs ji vegera mezintir ji van çekdarên biyanî bo welatên me heye," Reynders got, piştî hevdîtinên bi hevtayê xwe yê Firensî re Jean-Marc Ayrault piştî salvegera êrîşên li Parîsê ku li Belçîkayê dihate pilankirin.

Wî ne tenê banga "hevkariyê û pevguhertina agahiyan di navbera Firensa û Belçîka de kir, lê herweha li gel hevkarên xwe yên ewropî yên din û derveyî wan jî".

DAIŞ berpirsiyariya herdu êrîşên kujêner yên li Parîs û Brukselê li xwe girt.

Hevdem, polîsên Elmanî roja Sêşemê dest bi sergirtinên ser malan li seranserê 10 wîlayetan kirin di operasiyonekê de li dijî komeke îslamî ku tê gumankirin ku ew propaganda kînewerî dike û 140 ciwanan ji bo şerkirina ligel tundrewên li Sûriyê û Îraqê gur dike.

Komê, banga dînê rastîn kir, aniha jî qedexe ye, Wezîrê Karên Hundir ê Elmaniya Thomas de Maiziere got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500