Nûçeyên Iraqê

Dibistan li yekem bajarê rizgarbûyî yê Nînewa êdî vekirî ne

Dibistan li bjêrê Geyara, li başûrê Mûsilê, vedibin, Wezareta Perwerdeya Iraqî roja Sêşemê (15ê Mijdarê) got. Geyara bajêrê yekem bû li parêzgeha Nînewa ku ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) tê rizgarkirin.

"Sala xwendinê bi awayekî serkeftî li bajêrê Geyara yê rizgarbûyî dest pê kir," Wezîrê Perwerdahiyê Mihemed Îqbal di daxuyaniyekê de got.

"Dubare destpêkirina waneyan peyameke îsrara li ser rêya zanînê hildigre, û peyameke hêviya bi serkeftinê ye ya ku çaverêya parêzgeha me ya azîz dike," wî got.

Ev yek peyameke "îradeya bihêz a bo li paş xwe hiştina cehaletê û paşveçûnê ye bi rêya zanînê", wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500