Nûçeyên Iraqê

Nemrûda kevnar ji binkontrola DAIŞ derket lê bi giranî wêran bûye

Hêzên Iraqî bajarê Nemrûdê kevnar vegerandin, lê ew ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi giranî hatiye wêrankirin, AFP roja Sêşemê (15ê MIjdarê) ragihand.

Peyker bi şikestî li ser erdê ne, koşkeke nûjenkirî hatiye wêrankirin û Zeqûre -- yek ji bilindtirîn avahiyên ku ji cîhana kevnar maye ku bilindahiya wê nêzî 50 metran bû -- tenê beşekî biçûk ji wê maye.

Hêzên Iraqî ragihandin ku Nemrûda ku di sedeya 13ê de peyda bûbû û bû paytexta empratoriya Aşûriya weke beşek ji operasyona mezin a vegerandian Mûsilê, dawîn ansêgeha DAIŞ li Iraqê, ew roja Yekşemê hat kontrolkirin .

Di Nîsana sala borî de, DAIŞ vîdyoyekî çekdarên xwe belav kir ku tê de Nemrûdê wêran dikin beriya ew teqemeniya li derdora wê biçînin û piştre biteqînin.

Di vîdyo de, çekdar bi çakûçan û bi amûrên bihêz parçên şûnwarî kavil dikin beriya derdora wê bi bermîlên mezin ku duxya ew mişt teqemenî ne biçînin.

DAIŞ got ku wê êrîşî Nemrûdê û herwiha cihên kevnare yên din kir, di nav de Tedmur li Sûriyê û Hedra li Iraqê , daku peykerên heram nehêle ji ber ku ew di şiroveyên tundrewên Islamê de her heram in.

Lê wê yekê DAIŞ ji talankirin û firoştina mîratên ku xwedêgiravî li gorî wan ew heram in ranewestand daku operasyonên xwe fund bike.

UNESCO wêrankirina Nemrûd şermezar kir û weke tawaneke şer hejmart.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500