Nûçeyên Iraqê

Holenda: Dibe hilweşandina DAIŞ metirsiya terorê ya mehelî zêde bike

Dibe çekdarên tundrew yên zêdetir vegerin malên xwe li Holendayê, ew yek metirsiya êrîşên terorî zêde dike, eger "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraq û Sûriyê hilweşî, ajansa dije-terorê ya Holendî roja Duşem (14ê Mijdarê) got.

"Hejmara çekdarên cîhadî yên ku vedigerin dê dema "xîlafet" ji aliyê sebazî ve têk biçê anjî hilweşe zêde bibe," ajansê di dawîn "Nirxdana Metirsiya Terorê" de got, AFP ragihand.

"Hejmareke ku zêde dibe a kesên ku vedigerin dê helbet tevgera cîhadî li Holendayê bihêztir bike û lewma ew metirsiya ku ev girûp çêdike zêdetir dike," wê got.

Dora 270 kesên Holendî derketine daku tevlî DAIŞ bibin, û tê zanîn ku nêzî 40 çekdarên berê ji şerê li Iraq û Sûriyê vegeriyane.

Rewşa niha ji "metirseya mezin" a çêbûna êrîşeke terorî li Holendayê tê parastin, raportê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500