Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî gelek cihan li Mûsilê bi dest dixe

Hêzên Iraqî ber bi navenda Mûsilê ve di herdu rojên borî de pêşket, hin serkeftinên nû li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) tomar kir, berpirsan roja (14ê Mijdarê) ji Diyaruna re got.

"Hêzên Iraqî ên hevbeş niha 12 taxên nû li û derdora Mûsilê, di dema ku şer zêdeyî şeş rojan berdewam kir kontrol kirin", fermandarê operasyonên Nînewa Necimedîn Kerîm el-Jiburî got.

"Hêzên artêşê û dije-Terorê taxên IntîsarSaniya, Kerkuklî, Kolana Bazirganî, taxa Musena, û parçeyên ji Qadisiya, rojhilatê Mûsilê kontrol kirin, û pêşketinên zêdetir tên kirin," wî got.

Di vê navberê de, gelek gundên derdora Mûsilê hatine rizgarkirin, di nav wan de Til Sirûr, Rikrak û tasa, wî got.

Roja Yekşemê, Hêzên Iraqî gotin ku wan gundên li derdora bajarê Asûriyan yê kevnar Nimrud rizgarkirine .

"Gundên Nomaniya û Nimrud û kavilên Nimrud,hatine rizgarkirin" Saed Ibrahîm emîdê Firqeya Zirxî ya 9em ji AFP re got.

Fermandariya operasyonên hevbeş ên Iraqî roja Yekşemê ragihand ku herêma Nimrud bi tevahî hatiye rizgarkirin, lê paşê got ku, ev agahî çewt in.

lê belê, gundê Nimrud û cihê şunwarî hate rizgirkirin, Fermandar got.

Di vê navberê de, dîsan şeş qereqolên polîsan û 10 navendên ji bo piştgiriya yekîneyan li herêmên rizgarbûyî ji DAIŞ li Mûsilê hatin kontrolkirin, berdevkê Wezareta Hindir emîd Saed Maen, roja Duşemê got.

Şeş qereqolên polîsç li Xiyara, Hajî Eli, Hemam el-Elîl, Şûra, Hemdaniya û Bertila dubare vebûn , Maen got.

" Herweha deh navendên ji bo piştgiriya yekîneyan li Semah, Saniya, Îmam, Qudis û Bertila ku ji bo parastina ewlekariyê ne hatin vekirin," wî got, û anî ziman ku hin navendên parastina sivîlan dîsan li herêmên rizgarkirî niha hatine vekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500