Nûçeyên Iraqê

Artêş: Şerê Mûsilê nêzî Nimrûda dêrîn dibe

Şerê Mûsilê roja Pêncşemê (10ê Mijdarê) nêzî bermahiyên bajarê Aşûrî Nemrûd bû, AFP ragihand, û tirsa ji wêrankirina asewarê bi navûdeng ku ji niha ve bi bombe û hamerên cîhadiyên DAIŞ xerabûye tê holê.

Hêzên Iraqê di du gundên di destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li nêzî cihê dêrîn 30 kîlometran başûrê Mûsilê pêş dikevin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş got.

"Yekîneyên Fîrqeya Zirxî ya 9ê û hêzên heşda eşîretan dest bi pêşveçûnê dikin ji bo vegerandina gundên Ebas Receb û Numaniya," wê got, piştre ragihand ku Ebas Receb hat vegerandin.

Nîsana sala borî, DAIŞ vidyoyek li ser internetê belav kir ku çekdarên wê Nemrûda dêrîn bi çekûşan xerab dikirin beriya derdora wê biteqînin.

Ew beşeke ji kempanyayeke têkdayîna cihên mîratên dêrîn yên di bin kontrola girûpê de ye ew li Nîneweya dêrîn li gundewarên Mûsilê jî qewimî, li Hetra li biyabana li başûrê Mûsilê û Tedmûra li Sûriya cîran.

Nediyar e çi ji asewarên Nemrûd mane di demekê de ku hêzên Iraqî nêzî dibin.

Roja Çarşemê, yekîneyên Fîrqeya Zirxî ya 9ê ya fermadarên şer ên DAIŞ ên nû kuşt dema ku ew ber bi rojhilatê Mûsilê ve diçûn, Wezareta Berevaniyê got.

"Xalid Metyûtî, fermandarê şer ê DAIŞ ê nû, û alîgirê wî Hamid Bilawî li Taxa Intîsar, rojhilatê Mûsilê, hatin kuştin," li gorî daxuyaniyeke wezaretê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500