Nûçeyên Iraqê

5,000 kes ji ber destpêkirina êrîşa li ser Reqa aware bûne

Zêdetirî 5,000 sivîlan ji malên xwe reviyane ji dema despêkirina êrîşa li ser "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratî li asêgeha komê li Sûriyê Reqayê, AFP roja Pêncşemê (10ê Mijdarê) ragihand.

"Zêdetirî 5,000 xelkên aware gihştin herêmên rizgarbûyî û arambûyî ji aliyê hêzên me ve. Ew ji herêmên şer bi rêya korîdoran ku me ji bo wan vekiribûn hatin,",Berdevka HSD Cîhan Şêx Ehmed got.

Bi piştgiriya êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî, HSD roja Şemiyê, bi tundkirina zextê li ser tundrewên ku li hember hêzên Iraqî li asêgeha wan Mûsilê şer dikin dest bi operasyonê kirin .

HSD, hevgirtineke hêzên kurdan û ereban e, ber bi başûr ve ji herêmên li ser sînorê Tirkiyê ber bi Reqa ve pêşdikeve, bi girtina zincîrek ji gundan û gihştina nuqteyên bi 35 kîlomitran ji bajêr dûr in.

Bi dehan malbat ber bi xetên HSD ve di rojên dawî de reviyan.

Gelek ji wan bi qelaban û otombîlan gihştin dora Ên Îsa, xala destpêkirina sereke ya operasyonê ku 50 kîlomitiran dikeve bakurê Reqayê, ku bi cilûbergan û di hin rewşan de bi sewal di nav wan de çêlek û pez bar kirine tên.

Hêzên HSD ew li deverekê ku bi çend kîlomitiran ji Ên Îsa dûr e rawestandin, ji bo vedîtina nasnameyên wan û pişkinînkiriba tiştên wan.

Ehmed daxwaza alîkariyê kir li hember pêla koçberiyê, ya ku dibe zêdetir bibe çiqas hêzên HSD nêzîktirî Reqayê bibin.

"Pêwistiya me bi alîkariya navdewletî heye ji ber ku karîna me sînordar e û, bi hatina zivistanê re, kampên ji bo vehewandina wan tune ne," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500