Nûçeyên Iraqê

Dozgeriyê Belcîkî: Fermandarê "bilind" ê DAIŞ fermana êrîşên Parîs û Brukselê kiribû

Şana tundrew ya ku êrîşên kujêner li Parîs û Brukselê encam dabûn fermana xwe ji fermandarekî "paye bilind" yê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) wergirtibû , dozgerê federalî yê Belçîka roja Çarşemê (9ê Mijdarê) got.

"Em dizanin ku ferman ji herêma Dewleta Îslamî hat .... Em dizanin, ku ew bi fermana fermandarekî bilind bû," Frederic Van Leeuw ji AFP re got.

Wî nekarîbû bêje kîjan berpirsiyar anjî berpirsiyarên bilind ên DAIŞ ferman kiribûn û nekarî jî bêje ma ew ji xaka li Sûriyê anjî ji ya li Iraqê hatin şandin ew parçeyê ku ji aliyê Ebû Bekir el-Bexdadî rêberê DAIŞ ve hatine kontrolkirin.

Fermandariya DAIŞ cihê xwe vedughere daku xwe ji êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê biparêze, wî got, û anî ziman jî "el-Bexdadî ji bo heyamekê li Musilê bû, carnan jî li Reqayê bû".

DAIŞ berpirsiyariya êrîşên li Parîsê yên 13ê Mijdarê ku tê de 130 kes hatin kuştin li xwe girt, herwiha êrîşên xwekujî yên li Brukselê roja 22ê Adarê ku tê de 32 kes hatine kuştin.

Van Leeuw got ku êrîş ji aliyê heman şanê ve hatiye lidarxistin, hinek ji endamên wan li Brukselê bicih bibûn, û rayedar hîn li bergumanên ku di êrîşan de nemirine yanjî piştre nehatine girtin digerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500