Nûçeyên Iraqê

Kurdên Iraqî bajarokê Başîka nêzî Mûsilê kontrol dikin

Hêzên Kurdî yên Iraqî bajarokê Başîkê nêzî Mûsilê ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin, AFP roja Sêşemê (8ê Mijdarê) ragihand.

Girtina Başîk yek ji gavên dawiyên ji bo ewlekirina rojhilatê Mûsilê, piştî sê hefteyan ji destpêka êrîşeke ji aliyê hêzên Iraqî ve ji bo vegerandina bajarê Iraqê yê duyem.

Hêzên Iraqî bajarokê Hemam Elîl jî roja Duşemê vegerandin .

Başîk di bin "kontrola temam" a pêşmergeyên Kurd de bû, Cebar Yawir, emîndarê giştî yê wezareta herêmî ya kurdî ya berpirsa şervanan e, ji AFP re got.

"Hêzên me mînan radikin û bajar paqij dikin," Yawir got.

Pêşmerge got ku hin xwekuj û nîşanbaz li wir hene û dewra 5% ji bajar hin di bin kontrola DAIŞ de ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500