Nûçeyên Iraqê

Lêkolînerên Iraqî goreke bi kom nêzî Mûsilê dibînin

Lêpirsên Iraqî roja Sêşemê (8ê Mijdarê) dest bi ezmûneke serekî derbarê gora bi komya ku li deverekê li başûrê Mûsiê ku di vê dawiyê de ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatiye rizgarkirin hat dîtin, AFP ragihand.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqî dîtina goreke bi kom duh ragihandin li devera Hemam Elîl, piştî vegerandina bajarok weke beşek ji operasyona vegerandina Mûsilê , asêgeha dawî ya DAIŞ.

Astengiyek ji axê li derdora cihê gora bi kom bû, û li wir parçeyên terman û hesti di nav qirêja li wir avêtî de dihatin dîtin.

Pişkinyar, hin ji wan ku maskan li serê xwe kiribûn ji sedema bêhnê, bîrnivîskan li cihê gora komî dinivîsandin.

"Evro, tîmê pişkinînên sereke pêk anîn," Mihemed Tahir Temîmî got, serokê jûra operasyonan li emîndarê giştî ya hukmetê, got, û bal jî kişand ku ew karê hevahengiyê dike û alîkariya hewlên pişkinîna li dor gora bi kom dike.

Temîmî kuştina li wî cihî bi "komkujiyê" wesif kir û got ku çavên qurbaniyan girtî bûn û dest û pêyên wan girêdayî bûm.

Hin laş serjêkirî ne, û hin ên din jî hatibûn şikandin û parçekirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500