Nûçeyên Iraqê

Herêma Kurdistanê kesekî Japonî yê gumanbar bi têkilyên ligel DAIŞ radest kir

Berpirsên Herêma Kurdistanê roja Duşemê (7ê Mijdarê) gumanbarê Japonî ku meha borî bi gumana têkiliyên bi "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" re hatibû girtin radest kirin, AFP ragihand.

"Kesê bi netew Japonî, birêz Kosuke Tsuneoka, herwiha bi navê Shamil K. Tsuneoka tê naskirin... ji ber têkiliyên bi DAIŞ re hate girtin," Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got.

Ew li nêzîkî Çiyayê Zerdik, girekî stratejîk e li rojhilatê bajarê Mûsilê, di 27ê Cotmehê de hate girtin, encumenê got.

"Lêpirsîna ji aliyê Dezgeha me ya dije-terorê dît ku têkilîyên wî bi endamên DAIŞ re bi rêya telîfonê hebûn," daxuyaniyê got.

"Dezgeha me ya ewlekariyê di diyalogê de bû bi desthilatên Japonî re bi dirêjahiya heyama girtina wî li dor tawanên li dijî wî. Biriyara radestkirina birêz Tsuneoka ji bo rayedarên Japonî hat dayîn," encumenê got.

Tsuneoka roja Duşemê bi rêya balafirgeha sereke ya Hewlêrê ji welat derket.

Ew di raportên çapemeniya herêmî de di dema girtina wî de wek rojnamevanekî ku ji bo rumalkirina operasyona Mûsilê hatibu herêmê hat wesifkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500