Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî yên bijarde derbasî Mûsilê dibin, û rastî berxwedaneke tund tên

Şeş taxên li aliyê rojhilat ve yê Mûsilî ji "Dewlwta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatine vegerandin, fermanderekî Iraqî yê bilind roja Înê (4ê Midarê) got.

"Yekîneyên ji Ajansa Dije Terorê evro taxên Melayîn, Semah, Xedra, Kerkûklî, Quds û Kerama li aliyê rojhilatê Mûsilê vegerandin," Fermanderê operasyonên Mûsilê mulazim Ebdilemîr Reşîd di daxuyaniyekê de got.

Lê di dema ku buldozer û tank ligel piştgiriya êrîşên asmanî ber bi kolanên Mûsilê ve ji rojhilat ve guvaş dikirin, ew rastî berxwedanên tund ji aliyê çekdarên DAIŞ ve hatin, vê yekê hin yekîne neçar kirin ku paşveçûneke kêm bikin, AFP roja Înê ragihand.

Hin wesayitên zirxî yên Ajansa Dije Terorê piştî çend saetan ji derbasbûna taxê ji kolanên Kerama vekişiyan.

"Me pêşbîniya berxwedaneke wiha nakir. Wan hemû rê girtibûn," efserekî got.

"Hejmareke zêde mezin a cîhadiyan heye... Baştir bû em vekişin û pilaneke baştir çêbikin," efserê ajansê got, bi mercê nasnama wî neyê eşkerekirin.

Lê belê hin hêzên ajansê li bajar mane û herî kêm pênc fewc di operasyona ku roja Înê de destpê kiriye beşdar in, lewra zehmet e bê zanîn heta bi çi astê vekişîn pêk hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500