Nûçeyên Iraqê

Bexdadî dîsa derdikeve, nameya "revok" dişîne

Di nav hewlên berdewam ji bo rizgarkirina Mûsilê de, asêgeha dawî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraqê, lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî bêdengiya nêzîkî salekê roja Pêncşemê (3ê Mijdarê) şikand û bang li alîgirên xwe kir ku cihê xwe bigrin.

Di tomareke dengî ya 30-deqeyî de ku li ser torên civakî û alavên medyayî hat belavkirin, Bexdadî bang li endamên xwe li bajar kir ku nerevin û venekşin.

"Venekşin," Bexdadî di nameyeke idiayî de ku ji aliyê alaveke girêdayî DAIŞ hat belavkirin got. "Girtina erdê xwe bi şeref bi hezarên caran asantir e ji vekişîna bi şerm."

"Gotara Bexdadî di eslê xwe de revok e," şîrovekar Fûad Elî ku di warê grûpên tundrew de pispor e got.

"Ew hewl dide ku bihêle endamên wî li Mûsilê bimînin li şûna ku birevin weke ku li hin bajarên din revîn," wî ji Diyaruna re got.

Bexdadî agahdar e "ku bajarê dawî di bin kontrola wî de ji destê wî derdikeve ", wî got, anî ziman ku "gotara wî îro rihê şikestinê nîşan dide, bi taybetî ku ti geflêxwarin an tirsandina ku di gotarên xwe yên [berê] de bi wan naskirî bû têde nebûn".

"Dibe ku ev gotara wî ya dawî be berî mirina wî û dawiya rêxistina wî," Elî got.

Ev tomara dengî daxuyaniya yekem a Bexdadî bû ji dema ku hêzên Iraqî dest bi operasyoneke mezin di 17ê Cotmehê de ji bo vegerandina Mûsilê kirin, cihê ku têde serokê DAIŞ "xîlafeta" grûpê berî du salan ragihand, li gorî AFP.

Di Hezîrana 2014an de, piştî çend rojan ji êrîşên tundrewan li ser çend deveran li Iraqê, ew di derketineke kêmpeyda xuya bû û çêbûna "dewleteke" Îslamî li ser erdên Iraq û Sûriyê ragihand.

"Xîlafet" ji par ve gelekî qels bûye û hêzên Iraqî destpêka vê hefteyê gihiştin derdora Mûsilê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500