Nûçeyên Iraqê

Karmendên alîkariyê "xwe ji xirabtirîn haletê re amade dikin" dema ku şerê Mûsil dijwartir dibe

Zêdetirî milyonek sivîl li Mûsilê di metirsiyeke gelek mezin de ne û karmendên alîkariyê "xwe ji xirabtirîn haletê re amade dikin", grûpeke hawarçûnê roja Çarşemê (2ê Mijdarê) got, piştî ku hêzên Iraqî gihiştin bajar, AFP ragihand.

Tenê du hefteyan piştî destpêka operasyona vegerandina Mûsilê, dawîn bajarê Iraqî yên di bin destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de, artêşa Iraqê roja Sêşemê got ku hêzên wê ketin sînorên bajar bi rêya derbasbûna taxekî li başûrê rojhilatê bajar .

Roja Çarşemê, hêzên Iraqî Gogcelî bi temamî kontrol kirin û çar gund li Hemam Elîl li başûrî Mûsilê û devera Şelalat li bakur girtin, Ferîq Ebdulemîr Reşîd ji Diyaruna re got.

Dengê gulleyan li gundê Gogcelî bilind bû, di demekê de ku sivîl ligel çîrokên hovîtiya DAIŞ derketin.

"Wan traktorê min ji min birin û piştre şeş rojan ez xistim zindanê. Wan li min da û dema ez derketim min nikarî ez karê xwe bikim," Yûsif Fariq got.

Cotyarê 40 salî, yê ku ji mala xwe li Gogcelî diaxivî û dayik û du kurên wî dora wî bûn, hîn riha wî ya ku DAIŞ li wî zor kiribû dirêj bike mabû.

"Wan em dikuştin, hertim pere dixwestin û me nikarî em biçin ti cihî. Em di dojehê de bûn," dayika wî got.

Encumena Penaberan a Nerwêcî, yek ji çalaktirîn grûpên hawarçûnê ku li Iraqê kar dikin, hişyarî da ku krîzeke mirovî ya ji zû ve jê ditirsiyan gelekî nêzî dibe.

"Em niha xwe ji xirabtirîn haletê re amade dikin. Jiyana 1.2 milyon sivîlan di metirsiyeke gelek mezin de ye û pêşeroja hemû Iraqê jî niha di metirsiyê de ye," rêveberê şaxê Iraqê yê Encumena Penaberan a Nerwêcî Wolfgang Gressmann di daxuyaniyekê de got.

"Xelkê li Mûsilê û li derdora wê nêzîkî du sal û nîvan di kabûseke gelek bitiris û bêwestan de dijiyan. Niha em hemû ji bo bidawîanîna vê yekê berpirsyar in," Gressmann got.

Zêdetirî 20,000 kes bo deverên di bin kontrola hikûmetê de reviyane ji dema destpêka operasyona ku 17ê Cotmehê destpê kir, li gorî Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê.

Lê belê sivîlên di nav Mûsilê de -- yên ku li gorî grûpa alîkariyê Zarokan Rizgar Bikin 600,000 zarokan lixwe digre -- di navbera hêlên DAIŞ asê mane û NY gotiye ku bi hezarên kesan ji bo egera bikaranîna wan weke mertalên mirovî hatine girtin .

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500