Nûçeyên Iraqê

"Rizgarkirina rasteqîn" destpê dike piştî ku hêzên Iraqî derbasî Mûsilê dibin

Hêzên Iraqî bi şerê roja Sêşemê (1ê Mijdarê) gehiştin Mûsila di destê tundrewan de û fermanderkî bilind got ku "rizgarkirina" bajar ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) destpê kir.

Bitenê piştî du hefteyan ji destpêka vê operasyona mezin ji bo vegerandina Mûsilê -- asêgeha dawî ya DAIŞ li Iraqê -- artêşê got ku hêzên wê karîn bigihin tixûbên bajar.

Hêzan karîn "derbasî taxa Cudeydet Muftî, li aliyê çepê yê bajarê Mûsilê bibin," Fermandariya Operasynên Hevbeş di daxuyaniyekê de got.

Çemê Dîcle bajarê Mûsilê dike du parçe û ji aliyê rojhilatê bajar re tê gotin berava çepê. Cudeydet Muftî dikeve başûrê rojhilatê bajar.

Hêzên bijarde yê Iraqî gundê girîng ê Gogcelî girtin û kontrola avahiyeke televizyonê li qeraxa rojhilatê bajar kirin.

Şervanên Dije-Terorê derbasî deverê bûn de di demekê de ku şerên giran li eniya rojhilatî di du rojên borî de derketin.

"Niha destpêka rizgarkirina rasteqîn a bajarê Mûsilê ye," ferîq rukunTalib Şenxatî Kenanî, fermandarê Dije-Terorê, ji Gogcelî ji televizyona Iraqiya ya dewletê re got.

Dema ku hêzên Iraqî ber bi Mûsilê ve diçin Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hişyarî da çekdarên tundrew ku tu cih tune ye ku ew birevine wir.

"Em dê ji hemî aliyan ve [DAIŞ] dorpêç bikin," wî di televizyona dewletê de roja Duşemê got.

"Riya derketina wan tune ye, tu cihekî wan ê bo revê tune ye, ew tenê dikarin xwe radest bikin -- ew dikarin bimirin yanjî dikarin xwe radest bikin," Ebadî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500