Nûçeyên Iraqê

Komên mafên mirovan daxwaza lêkolîna Fransî ji bo windabûyên li Sûriyê dikin

Dibe ku rêjîma Sûriyê rastî yekemîn lêkolîna Ewropî ya tawanên şer bibe, piştî ku du komên mafên mirovan giliyek li dadgeheke pispor a Parîsê tomar kiriye li ser du welatiyên Fransî yên winda li Sûriyê, AFP roja Duşemê (24ê Cotmehê) ragihand.

Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan û Hevbendiya Mafên Mirovan giliyek li dijî kesin nenas li beşa tawanên şer a Dadgeha Bilind a Parîsê tomar kir.

Eger dadgeh vê dozê hilde dibe ku bibe sedema destnîşankirina dadwerekî ji bo lêkolînê derbarê karên rejîma Serokê Sûriyê Beşar Esed.

Doz girîngiyê dide Mazin Debax, yê 57 salî, û kurê wî Patrîk ê 22 salî, ku ji aliyê efserên ku xwe weke endamên dezgeha îstixbarata hêza asmanî ya Sûriyê binav kirin hatin binçavkirin.

Piştî ku ji bo girtîgeheke leşkerî li Şamê hatin veguhestin, herdu kes qet careke din nehatine dîtin.

Di bin prensîpa wîlayeta dadweriya navdewletî de, ji mafê yekîneya tawanên şer e ku lêkolînê derbarê tawanan li her derê cîhanê bike madem ku qurbanî xwedî regeznameya Fransî ne yan gumanbar li ser axa Fransa bin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500