Nûçeyên Iraqê

Bombekirina Helebê radiweste lê NY dibêje ku ew niha derbasî wê nabe

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Sêşemê (18ê Cotmehê) pêşwaziya ragihandina agirbesta Helebê kir, lê got ku ew li benda piştrastbûna ji ewlehiyê hemûalî ne beriya ku ew alîkariyan derbas bikin, AFP ragihand.

"Helbet em dê kêfxweş bibin eger kêmbûn di şer de çêbibe [...] ji ber ku ev wê parastina sivîlan bike," berdevkê ajansa mirovî ya NY Jens Laerke got.

Lê wî tekez kir ku "dema çek bêdeng dibin, em bi hewce ne hemû çek bêdeng bibin" beriya "bê karîn alîkariyên mirovî yên girîng bên şandin ji deverê re û nesax û birîndar bên veguhestin".

"Divê em garantiyê ji hemû aliyên krîzê werbigrin. Ne tenê ragihandineke yekalî ku dibêje ev yek dê pêk were," wî got.

Komentên Laerke piştî wezîrê berevaniyê Rûsî Sergei Shoigu ragihand ku hêzên asmanî yên Rûsî û Sûrî bombekirina Helebê rawestandin, weke gavekê ji bo agibesteke heşt-saetî roja Sêşemê.

Shoigu got ku "sekinandina mirovahî" roja Sêşemê dê bihêle sivîl ji şeş korîdoran derkevin û dê bihêle nexweş û birîndar ji rojhilatê Helebê werin veguehestin.

NY û Yektiya Ewropayê paşwaziya ragihandinê kirin, lê wan got ku divê sekinandina pilankirî ya şer dirêjtir be daku alîkariyên mirovî bên gihandin.

"Em banga ji bo sekinandineke 48-saetî didomênin," Laerke got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500