Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî destkeftiyan pêktînin bi merema rizgarkirina Mûsilê asêgeha DAIŞ

Hêzên Iraqî destketiyan pêktînin û bi deh hezaran şervan ber bi Mûsilê ve roja Sêşemê (18ê Cotmehê) diçin di êrîşeke nedîtî de ji bo rizgarkirina bajêr ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), AFP ragihand.

Bi şerekî giran di roja duyemîn de, fermandarên Iraqî gotin pêşketin pêk hatin û şervan ber bi du eniyên sereke ve li dijî asêgeha dawî ya cîhadiyan li Iraqê pêşdikivin.

Pêşketina bi karwanên zirxî li seranserê deştên tozgirtî li derdora Mûsilê berdewam e, hêz derbasî nav gundan bûn ku ji aliyê komikên çekdarên DAIŞ ve dihatin parastin piştî bombarana dijwar ya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî.

"Hêzên hevbeş ên Iraqî îro Qereqoş, Mefreq Hemdaniya, gundê Ebas, Telal Rejeb û Lezaka, li başûr û rojhilatê Mûsilê rizgar kirin, û zirarên giran gihandin DAIŞ," serokê desteya artêşa Iraqê Ferîq Osman el-Xenamî roja sêşemê got.

"Em di pêşketina ber bi Mûsilê ve berdewam in, û em bi baldarî li ser bichkirina pilanê dixebitin ji bo parastina sivîlan", wî got.

Operasiyona Mûsilê roja Duşemê bi serkêşiya 30,000 hêzên federal operasyon dest pê kir.

Fermandarên Iraqî gotin ku çekdarên DAIŞ bi bi êrîşên otomobîlên bombekirî bersiv dida lê êrîş weke ku hatiye plankirin birêve diçû.

"Gelek gund pêşî hatibûn rizgarkirin," Sebah el-Numan, berdevkê hêza sereke a dije-terorê got.

"Hêzên Iraqî armancên xwe pêk anîne û zêdetir jî, lê em di girtina planê de hezer in û em rê nadin lezkirinê", wî got.

Du eniyên sereke li başûrê Mûsilê hene, cihê ku hêz ji el-Geyara bi rêketin, û li rojhilat derketin û beşdariya pêşmerge jî li dar e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500