Hêzên Iraqî operasyoneke berfireh ji bo vegerandina rêya ku Hedîse li rojavayê Enbarê bi Bêcî li bakûrê Selahedînê ve girê dide ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) pêk tînin, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Pêncşemê got.
"Firqeye 7ê ya artêşê, bi alîkariya êlan û hevpeymaniya navdewletî, îro operasyonek ji bo rizgarkirina rêya Bêcî-Hedîse ya 130-kîlometirî pêk anî," fermandarê operasyonan lîwa Îsmaîl el-Mehlawî ji Diyaruna re got.
DAIŞ kontrola devera biyabanî di navbera rojavayê Enbarê û bakûrê Selahedînê dike, wî got, bal jî kişand ku "operasyon pêşketinan bi dest tîne û DAIŞ xwe vedikşîne".
"Em têbînî dikin ku girûp bi heyamên dirêj li hemberl hêzên me şer nake û endamên wê zû vedikişînin," el-Mehelawî got.
Operasyon dixwaze gund û navçeyên li ser rêyê rizgar bike, wî got.