Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê berdewame di êrîşa Helebê de piştî têkçûna hewlên agirbestê

Hêzên rejîma Sûriyê êrîşa xwe ya li ser rojhilatê Helebê ku di bin destê oposizyonê de ye berdewam dike piştî binketina Encûmena Ewlekarîyê ya NY ya dabeşkirî di sepandina agirbestekê de ji bo parastina bajêr, AFP roja Duşemê (10ê cotmehê) ragihand.

Hêzên rejîmê û hevalbendên wê kolan bi kolan di perçeyê rojhilat pêşve diçûn.

"Pevçûnên li ser erdê û herweha êrîşên asmanî yên dijwar bi dirêjahiya şevê û roja Yekşemê berdewam bûn, bi taybetî li taxa Şêx Seîd," Serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdilrehman got.

Armanca pêşketinên dawî paqijkirina rê ji bo "êrîşeke bejahî ya dijwar û yekalîker e", rojnameya Al-Watan ya alîgira rejîma Sûriyê got.

Êrîşên asmanî û topbaranên ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê 290 kes, di nav de 57 zarok, ji 22ê meha Îlonê dema operasyonên li Helebê destpê kir kuştine, Rewangehê got, destnîşan jî kir ku 50 kesên sivîl, di nav wan de jî neh zarok, di encama bombebarana opozisyonê ya li dijî navçeyên rojavaya ên di dest rejîmê de mirin.

Roja şemiyê li NY, Rûsiya vîto li dijî biryareke reşnivîsa Firensî kir ku wê daxwaza rewastana bombebarana Helebê kir.

Ev cara pêncemîn e ku Rusiya vîtoya xwe bikartîna ji bo astengkirina çalakiyên NY ên derbarê şerê li Sûriyê.

Di demeke kurt de piştî vîtoya Rûsyayê, Encûmena Ewlekariyê reşnivîske hevrik ku ji aliyê Mosko hatibû pêşkêşkirin red kir ku wê banga agirbestê dikir lê behsa êrîşên asmanî nedikir.

Di vê navberê de, ajansên nûçeyan ên Rusî roja Duşemê gotin ku li gorî gotina cîgirê wezîrê berevaniyê Nîkolay Pankov Rûsya amadeya ji bo veguhertina westgeha xwe ya deryayî li bendera Tertûsa Surî bo bingeheke mayînde.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500