Nûçeyên Iraqê

Fetih el-Şam hêzên girûpeke tundrew tevlî xwe dike

Girûpa tundûtûj a Sûrî Eniya Fetih el-Şam roja Yekşembê (9ê Cotmehê) ragihand ku wê girûpa tundûtûj a cund el-Eqsa kire bin baskê xwe de, AFP ragihand.

Di daxuyaniyê de, ku di tora civatî de belav bûbû, Cund el-Eqsa jî soz da ku ew dê pêbendî hevbendiya bi girûpê re bibe, ku beriya niha bi navê Eniya Nusra dihat naskirin.

Cund el-Eqsa, ku di vê dawiyê de ji aliyê Wezareta Derve ya Emerîka ve weke girûpeke terorist hat naskirin, pevçûnên dijwar ligel girûpên opozisyonê yên Islamî li parêzgeha Idlib ya li bakûrê Sûriyê kirin.

Girûpa Ehrar el-Şam a bihêz ya xwedan têkilîyên baş bi Eniya Fetih el-Şam re çendîn car çend endamên Cund el-Eqsa tawanbar kirin ku peywendiyên wan ligel "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hene.

Şîrovekaran digot ku pêşbînî dihat kirin ku ev yek rewşê ji Eniya Fetih el-Şam re zehmet bike.

"Eniya Fetih el-Şam xwe weke beşekî sereke yê opozisyonê dibîne, lê belê bi anîna Cund el-Eqsa bin kontrola girûpê de, wê hêzên xwe ligel girûpekê rêkxistin ku hemû beşên sereke yên opozisyonên li bakûrê Sûriyê vê girûpê weke girûpeke eniya pêş a DAIŞ dibînin," şîrovekarê Instîtyûta Rojhelata Navîn Charles Lister got.

"Ev ragihandin hate pêş dema ku girûpên opozisyonê, yên Eherar el-Şam lîdertiya wan dike di nav êrîşeke girîng de bûn daku bi darêzorê Cund el-Eqsa ji hemû erdên opoziyonê derbixin," wî got.

"Bi kurtî, Eniya Fetih el-Şam diyar kir ku parastina cîhadiyan, heta ev ên ku ew qas tundûtûj in ku navê DAIŞ li wan tê kirin, hîn ji parastina girûpên opozisyonê yên ku ew bi xwe gelek hewil didin ku xwe di nav de cih bigrin baştir e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500