Nûçeyên Iraqê

NY radigehîne ku rojihlatê Helebê li Sûriyê "dorpêçkirî" ye

NY ragihand ku rojhilatê Helebê li Sûriyê ku di bin kontorla şoreşvanan de ye "devereke dorpêçkirî ye", piştî êrîşên hukmetê yên ku mehekê dirêj kirin û kêmbûna gehiştina karmendên alîkariyê, AFP roja Çarşemê (5ê Cotmehê) ragihand.

Berdevkê ajansa mirovî ya NY Jens Laerke got ku niha hersê mercên nasandina devera li rojhilatê Helebê weke devereke dorpêçkirî peyda dibin.

Ew ji dorpêçkirina serbazî, kêmbûna gehiştina alîkariyên mirovî û kêmbûna çûnûhatina serbest a sivîlan pêk tê.

NY texmîn dike ku 275,000 kes li rojhilatê Helebê dorpêçkirî ne, Laerke got. Rojavayê bajar di bin kontrola hukmetê de ye û heta niha alîkariyên hawarçûnan werdigre.

NY û Xaça Sor gelek hewl ji bo gehandina alîkariyan ji rojhilatê Helebê re dan, lê hewlên wan bi sedema nebûna ewlehiyê ligel problemên bîrokratî rastî astengiyan hatin, weke astengiyên ji aliyê hukmeta Şamê ve û fermandarên şoreşvanan ve.

Piştî ku bi awayeke fermî wek devereke dorpêçkirî di raporta dawî ya ajansa mirovî ya NY ya ji bo Encumena Ewlekairya NY de hat ragihandin, rojhilatê Helebê bi awayekî otomatîkî dê di pilanên mehane yên alîkariyê de be yan bi rêya gihandinên di deriyên sînorî re yanjî gihandinên bi rêya qutkirina sînor re," Laerke di emailekê de got.

Niha 18 deverên dorpêçkirî li Sûriyê hene, li gorî NY.

Rojhilatê Helebê cihê Daraya di lîsteyê de girt, piştî ku bajarok ji niştecih û çekdaran hat valakirin piştî rêkeftina ligel hukmetê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500