Nûçeyên Iraqê

Polîsê Iraqî şaneke DAIŞ li parêzgeha Selahdînê têk bir

Polîsê Iraqî bi piştgiriya artêşê şaneke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakurê Tikrîtê ji nav bir, piştî ku pênc ji heşt endamên wê hatin girtin, polîsê parêzgeha Selahdînê roja Înê (30ê Îlonê) got.

"Hêzên ewlekariyê êrîşî zeviyekî û kargeheke kevin li bakurê Tikrîtê kirin,û pênc terorîstên DAIŞ girtin û çek û teqemeniyên wan desteser kirin," berdevkê polîsê Selahdînê Hesen el-Mecmeyî ji Diyaruna re got.

"Operasyon li ser bingeha agahiyên istixbaratî pêk hat," wî got, û anî ziman jî ku amadekarî bi ajansên ewlekariyê re li parêzgehên cîran hatin sazkirin ji bo girtina sê endamên şanê ku hîna jî ew nehatine girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500