Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî li hember DAIŞ li Anbarê pêş dikevin

Polîsê Iraqî navçeya rojavayê Enbarê Wadî Sekran ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kir piştî şerê ku 22 endamên komê tê de hatin kuştin, Polîsê Enbarê roja Sêşemê (20ê Îlonê) got.

"Hêzên hevbeş ên Iraqî derbasî Wadî Sekran li navçeya Berwana li rojavayê bajarê Ramadî bûn, piştî şerên dijwar şeva borî û vê sibê, ku bûn sedema kuştina 22 terorîstên DAIŞ,û yên din reviyan," Serokê Polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic di daxuyaniyekê de got.

Balafirên şer ên hevpeymaniyê piştgiriya asmanî pêşkêş kirin, topxaneyên DAIŞ hatin wêrankirin ku wan rê li ber pêşketina hêzên Iraqî digirt û gurz li heft otombîlan dan, wî got.

Vegerandina herêmê tê wateya birîna yek ji rêyên pirçekirina DAIŞ ên di navbera biyabana rojava û bajarên Firatê Jorîn de.

Herwiha roja Çarşemê, hêzên Iraqî çar endamên DAIŞ, di nav de serkêşên payebilind, li navenda Rutba girtin, Serokê Polîsê Fedral ferîq Raed Şakir Cewdet got.

"Lîwaya18'emîn ya Polîsê Federal çar endamên DAIŞ, di nav wan de du fermandarên meydanî -- Etêwî el-Kubeysî û Mihemed el-Esafî -- di operasyoneke ewlekarî de li navenda Rutba girtin," Cewdet di daxuyaniyekê de got.

"Çek, cebilxane û meteryal di operasyonê de hatibûn desteserkirin, û operasyon li ser bingeha agahiyên îstixbaratî û hevahengiya şêniyan hat pêkanîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500