Nûçeyên Iraqê

Di teqîneke jinişkave neh çekdarên DAIŞ li Iraqê hatin kuştin

Neh çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di teqîneke otombîleke bomebekirî de li rojavayê Enbarê hatin kuştin dema ku wan hewil dida ku wê bombe bikin, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Pêncşemê (15ê Îlonê) got.

"Wesayitek vê sibehê di avahiyekê de teqî dema ku çekdarên DAIŞ hewil didan wê bi teqemeniyan bomberêj bikin li başûrê Rawa li rojavaryê Enbarê ," Fermandarê Operasyonên Enbarê emîd Îsmaîl el-Mehelawî ji Diyaruna re got.

"Neh terorîst, yek ji wan Iraqî bû û berpirsê bomberêjkirina wesayitan bi teqemeniyan bû, di teqîna jinişkave de hat kuştin," el-Mehelawî got.

Teqîn avahî bi temamî wêran kir, wî got, bal jî kişand ku ew sazî avahiyeke hukmetê bû ku DAIŞ berê kontrol kiribû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500