Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî şaneke terorê ya DAIŞ li Kerkûkê têkbirin

Hêzên Iraqî şaneke ji şeş endaman ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di operasyoneke ewlekarî ya hevbeş de li başûrê-rojavayê Kerkûkê têkbirin, polîsan roja Pêncşemê (15ê Îlonê) got.

"Hêzeke hevbeş şeş endamên şaneya DAIŞ yên ku tevlî karên teqandin û kuştinên terorî bûbûn girtin," berdevkê polîsên Kerkûkê eqîd Selam el-Caf got.

"Hêzên ewlekariyê bi hevdemî êrîşê du avahiyan kirin ku endamên şanê di nav de bûn li devera Eskerî, û hemû girtin," wî got, bal jî kişand ku "operasyon li ser bingeha mukurhatinên terorîstekî hat pêkanîn".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500