Nûçeyên Iraqê

Fermandarê Eniya Fetih el-Şam li Sûriyê hat kuştin

Fermandarê payebilind û endamê damezrênerê yê Eniya Fatih el-Şam, ser bi Qaîdê ve ye û bi Eniya Nusra dihat binavkirin, di êrîşeke asmanî de li nêzîkî bajarê Helebê hat kuştin, AFP roja Înê (9'ê Îlonê) ragihand.

Êrîşê civîna şeva Pêncşemê ya serkêşên artêşa el-Fatih, ku hevbendiyeke opozisyona Islamî ye ku Enîya Fetih el-Şam serkêşiya wê dike, kir hedef û Ebu Omer Seraqib di êrîşê de hat kuştin, navborî bi navên cuda mîna Ebu Hacir el-Homsî tev digeriya.

Eniya Fetih el-Şam "şehadeta" Saraqeb di medya civakî de ragihand.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov got ku balafirên nenaskirî êrêşî civîna şeva Pêncşemê kirin, û Seraqeb û fermandarekî opozisyonê bi navê Ebu Muslim el-Şamî tê de hatin kuştin.

"Bêguman ev gurzaya pêşwext ya herî mezin e li dijî Fetih el-Şam û Artêşa el-Fetih li Sûriyê bû," serokê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

Li gorî Rewangehê, Saraqeb endamekî serkirdatiyaQaîdê li Iraqê bû- heyvanekî "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) e - berî ku ew bibe fermandarê sereke yê Eniya Nusra li Sûriyê.

Herwiha tê gotin ku Seraqeb şaxê Eniya Nusra li Lubnanê damezrandiye, û wê çend teqînan li wî welatî girtine ser xwe, û serkêşiya êrîşeke mezin a Artêşa el-Fetih di sala 2015'an de li Sûriyê kiriye ku tê de piraniya parêzgeha Idlib ku dikeve bakurê rojavayê wî welatî de kontrol kir.

Di destpêka Tebaxê de, Seraqeb serkêşiya êrîşeke li dijî çekdarên ser bi rejîmê ve, ku wan rojhilatê bajêr ku di dest opozîsyonê de ye dorpêç dikir, pêk anî, û rêyeke nû ji başûr ve vekir û dorpêç şikand. Lê vê hefteyê çekdarên ser bi rejîmê ve kontirola xwe li ser piraniya deverên ku ji dest dabûn vegerandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500